Şivan Perwer 2011 - El selam wel Hurriye- شفان برور - السلام والحرية


  

Strana azadî Şivan Perwer
Lyrics=

"Hevalekî min heye ji Kurdistan, navê wî Şivan,

Ka bêje Şivan Bêje".

Silav ji te re ey Semih Şiqer,

Nave min Şivan, hevalê te ji Kurdistan,

Ha îro dibêjim,

Ji bo gelekî pir birçiyê azadiyê,

Ji bo azadî û aşîtiyê dibêjim.

Silav ji bo rûbarên Bereda yên zelal,

Nikarim hêstirên ji çavan têne xwar,

rawestînim, hey Şama delal.

Ha Ji bo Hamza Alî Xatîb,

Ji bo zaroka bi guleyên tariyê hatî gulebarankirin,

Ji bo dayîka bi kabûsên van rojan hatî strandin dibêjim.

Naskir rûyê serhildanê di buhara jiyana xwe de,

Lê êxsîr ket nav lepên zivistana zordariyê de.

Ha ez ji wê zarokê,

Ji bo wê pêşeroja pê bangkirî, lê jê tam nekirî dibêjim.

Ji bo wê hêviya liser lêvan ziwa bûyî dibêjim.

Erê, ji bo azadiyê û aşîtiyê,

Ji bo rûmeta mirovan dibêjim


Şivan Perwer'in Ortadoğu uyanışı için bestelemiş olduğu şarkı . Barış ve Özgürlük...
Freedom and Peace by Şivan Perwer


Text: Mam Akif Hesen / Sivan Perwer
Melodi: Sivan Perwer
Muzik: Hakan Akay & Sivan Perwer
Aranjman-Duzenleme: Hakan Akay
Share this movie :
 
Support : Creating Website | Johny Template | Mas Template
Copyright © 2011. turkish music video - All Rights Reserved
Template Created by Creating Website Published by Mas Template
Proudly powered by Free Blogger Template